DI ÊRIŞÊN ÎRANÊ YÊN SER ÎSRAÎLÊ DE; 4 MIRÎ 70 BIRÎNDAR

Kanal8 14/06/2025

Rojnameyeke Îsraîlê bîlançoya nû ya êrişên Îranê li ser Îsraîlê eşkere kir û da zanîn, di encama êrişan de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 70 kes jî birîndar bûne.

Rojnameya Cîrozalîm Postê diyar kir ku bîlabçoya êrîşên Îranê li ser Îsraîlê giran bûye.

Li gorî rojnameyê, di êrîşên Îranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 70 kes jî birîndar bûne. Her wiha gelek avahî jî li Tel Evîvê hilweşiyane.

Îranê bi rêya fûzeyan bersiva êrîşên Îsraîlê da, lê Artêşa Îsraîlê da zanîn, bi tenê çend fûzeyê Îranê di nava axa wan de ketine xwarê û yên din hatine teqandin.

Kanal8

14/06/2025