SEROKÊN EWROPAYÊ LI SER ŞERÊ ÎSRAÎL Û ÎRANÊ ÇI GOTIN?

Hêriş Celal 14/06/2025

Êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê welatên Ewropayê xistine rewşa hişyariyê. Hin welatan kabîneya xwe ya ewlehiyê civandin.


Brîtanya, Almanya û Fransayê bi rêya telefonê di asta serokatiyê de rewş nirxandin. Di peyam û bertekên ji Ewropayê hatin de du hêman derketin pêş: kêmkirina rageşiyê û çareseriya dîplomasiyê.
Peyamên serkirdeyên Ewropayê bi vî awayî bûn:


Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte: Ev kiryareke yekalî ya Îsraîlê ye. Girîng e ku hevalbendên me di vê demê de ji bo kêmkirina rageşiyê bixebitin.


Serokê Konseya YE Antonio Costa: Divê Îran û Îsraîl ji aloziya metirsîdar ku tevahiya herêmê nearam dike dûr bisekinin. Ez banga nermbûn û dîplomasiyê dikim.


Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen: Ji bo aramiya herêmê û ewlehiya cîhanê niha çareseriyek dîplomatîk ji her demê zêdetir hewce dike.


Nûnera Bilind a YE Kaja Kallas: Ez bang li hemû aliyan dikim ku xwe ragirin û ji zêdebûna aloziyan dûr bisekinin. Dîplomasî rêya herî baş e û ez amade me ku piştgiriyê bidim her hewldanek dîplomatîk ji bo kêmkirina aloziyan.


Seroê Fransayê Emmanuel Macron: Fransayê bi berdewamî bernameya atomî ya berdewam a Îranê şermezar kiriye û ji bo vê armancê hemû tedbîrên dîplomatîk girtiye. Di vê çarçoveyê de, Fransa tekîd li ser mafê Îsraîlê yê parastin û misogerkirina ewlehiya xwe dike.


Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz: Em amade ne ku hemû amûrên dîplomatîk ên di destê me de bikar bînin da ku bandora xwe li ser aliyên şer bikin. Armanc me ew e ku pêşî li Îranê were girtin ku çekên atomî pêş nexe.


Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer: Zêdebûna rageşiyê xizmeta tu kesî li herêmê nake. Divê aramî li Rojhilata Navîn li pêş her tiştî be.

Hêriş Celal

14/06/2025