SÊ ZANAYÊN DIN ÊN ATOMÎ YÊN ÎRANÊ HATIN KUŞTIN
Hêriş Celal 14/06/2025

Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê ragihand, 3 zanayên din ên atomî yên Îranê di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Elî Bekayî Kerîmî, Mensûr Eskerî û Seîd Burcîn zanyarên atomî, di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.
Duh Îsraîlê bi rêya dehan mûşek û balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir. Di encamê de tevî Serfermandarê Artêşa Îranê û Serfermandarê Pasdarên Îranê, gelek fermandar û rayedarên payebilind û sê zanyar hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Îro Serfermandariya Artêşa Îranê nasnameyên 2 fermandarên din ên leşkerî bi navên Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî ku di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin, ragihandin.
Hêriş Celal
14/06/2025