LI ÎSRAÎLÊ 10 KES HATIN KUŞTIN Û 250 KES BIRÎNDAR IN

Di encamê êrişên Îranê de li Tel Evîv û Heyfayê 10 kes hatin kuştin û 250 kes birîndar bûn.
Medyaya Îsraîlê ragihand, di encama êrişên mûşeken artêşa Îranê de li ser bajarên Tel Evîv û Heyfayê de 8 kes hatine kuştin, 250 kes birîndar bûne û 35 kes jî winda ne.
Li gor amarên ku medyaya Îran û Îsraîlê belav kirine, di encama êrişên her du rojên bihurî de, ji her du aliyan zêdetirî 90 kes hatine kuştin, 633 kes birîndar bûne û 35 kes winda ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser rûpela xwe ya (Truth Social) de nivîsandiye, ew bi hêsanî dikarin li gel Tehranê rêbikevin û şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bidin rawestandin û hişyarî da ku eger Îran êrişî berjewendiyê Amerîkayê bike, ew ê bi hemû hêza xwe ya leşkerî êrîş bikin ku di dîrokê de mînaka wê nebe.
15/06/2025