ÎSRAÎLÊ JI AMERÎKAYÊ DAXWAZA OPERASYONEKE HEVPAR A LI DIJÎ ÎRANÊ KIRIYE

Hêriş Celal 15/06/2025

Malpera Axiosê ya Amerîkayê diyar kir, Îsraîlê daxwaza operasyoneke hevpar a lidijî Îranê kiriye lê Amerîka razî nebûye.

Du çavkaniyên Îsraîlî ji Malpera Axiosê re gotine, du roj berê Îsraîlê ew daxwazî li Amerîkayê kiriye ku Amerîka li navendên atomî û leşkerî yê Îranê bixe.

Li aliyekî din, çavkaniyekî amerîkî ev nûçe ji Malpera Axiosê re piştrast kir û da zanîn, Rêveberiya Trump daxwaza Îsraîlê red kiriye û daye zanîn ku ew di vê rewşê de gaveke bi wî awayî nafikirin.

Rayedarekî jî Koşka Spî ji malperê re destnîşan kiriye ku rêya herî baş a dawîhatina şer ev e ku Îran dest ji meyandina uraniyûmê berde û ji bo çêkirina çeka atomî nexebite û got, “Amerîka dikare di mijara dîtina çareseriya aştiyane de bigihije encamekê.”

Sê roj in di navbera Îran û Îsraîlê de şer berdewam e û çiqas jî Amerîka bi fermî tevlî şer nebûye, lê ji hêla lojîstîk, îstixbarat û dîplomasiyê ve piştgiriyê dide Îsraîlê.

Hêriş Celal

15/06/2025