ÎRAN: PIRANIYA ŞEHÎD Û BIRÎNDARÊN ME SIVÎL IN

Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê ragihand, piraniya kuştî û birîndarên wan jin, zarok û xelkê sivîl in.
Alîkarê Serokê Zanîngeha Zanistên Bijîşkî yê Tehranê jî da zanîn, wan heft navend ji bo birîndarên êrîşên Îsraîlê li Tehranê amade kirine.
Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Mihemed Reza Zeferqendî di daxuyaniyekê de da zanîn, êrişên Îsraîlê li ser Îranê berdewam e û got, “Karmend û bijîşkên wezareta wan bi awayekî dilxwaz di nexweşxaneyan de pêşwaziyê li birîndaran dikin û piraniya kuştî û birîndarên êrişên Îsraîlê jî jin, zarok û bi giştî xelkê sivîl in ku di malên xwe de bûne qurbanî.”
Li aliyekî din Alîkarê Serokê Zanîngeha Zanistên Bijîşkî yê Tehranê Dr. Reza Şerwîn Bido diyar kir ku li Tehranê 7 nexweşxane pêşwaziyê li birîndarên êrîşên Îsraîlê dikin û tîmên wan ên tendirustiyê jî bi berdewamî li ser erka xwe ne.
15/06/2025