HPG: DU HEVALÊN ME DI ÊRIŞÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ DE ŞEHÎD BÛN

HPG’ê derbarê êrişên Artêşa Tirkiyê ya ser hêzên wan daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir du endamên wê di êrişên çekên kîmyewî yên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn Gerîlaya bi nasnav Rûmet Berîtna (Rîma Elî Ehmed) ya ji bajarê Til Temirê û Gerîlaya bi nasnav Serhildan Mahsum (Mîdya Tahabaş) ya ji bajarê Efrînê, di 10’ê Tirmeha 2024’an li Zapê di êrişên çekêm kîmyewî yên Artêşa Tirkiyê de, jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha HPG’ê da zanîn, ji 22’yê Tîrmeha 2022’yan vir ve Artêşa Tirkiyê êrişên xwe yên li ser tunelên hêzên wan a li Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, zêde kirine.
Di berdewamiyê de HPG’ê got, “Beşeke girîng a êrişan bi çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û teqemeniyên bi bandor hatine bikaranîn.”
HPG’ê da zanîn ev êrişên Tirkiyê hatine tomarkirin û dê bi raya giştî re pişt re bê parvekirin.
Di heman demê de HPG’ê bal kişand li ser wê yekê jî ku jiyanjidestdana endamên xwe ji bo ewlehiya endamên xwe yên din dereng eşkere kirine.
15/06/2025