ÎRAN: PÊŞXISTINA BERNAMEYA ME YA ATOMÎ WÊ BIDOME

Kanal8 15/06/2025

Saziya Atomî ya Îranê ragihand, bi keda zanayên wan pêşxistina bernameya atomiya wan a aştîxwaz wê berdewam bike.

Saziya Atomî ya Îranê li ser tevna civakî ya X’ê daxuyaniyek weşand.

Saziyê diyar kir ku bi keda zanayên wan pêşxistina bernameya atomiya wan a aştîxwaz ji bo gelê Îranê wê berdewam bike.

Saziya Atomî ya Îranê da zanîn, êrişên binketî yên Îsraîlê nikarin li hember vîna gelê Îranê bişkîne.

Serokê Saziya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî jî duhê behsa kuştina zanayên atomî kiribû û destnîşan kiribû ku bi keda zanayên ciwan, wê berdewamiyê bidin bernameya Atomî ya şehîdên xwe.

Heta niha di encama êrîşên Îsraîlê de 9 zanayên atomî yên Îranê hatine kuştin. 

Kanal8

15/06/2025