KABÎNEYA TIRKIYÊ ÎRO DICIVE
Kanal8 16/06/2025

Kabîneya Tirkiyê îro bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan li Enqerê dicive; Rojev PKK û şerê Îsraîl û Îranê ye.
Hat ragihandin ku civîna kabîneyê dê di demjimêr 15:00’an de li Enqerê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dest pê bike.
Tê payîn ku mijarên civînê pêvajoya bi PKK’ê re û şerê Îsraîl û Îranê bên gotûbêjkirin.
Her wiha tê payîn, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan piştî civînê daxuyaniyê bide.
Kanal8
16/06/2025