ERDOGAN Û PIZÎŞKIYAN BI TELEFONÊ AXIVÎN

Sema Reşid 16/06/2025

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi telefonê li ser rewşa şer axivîn û Erdogan daye zanîn ku ew amadene navbeynkariyê bikin.

Ji 13’ê mehê ve şerekî gur di navbera Îran û Îsraîlê de diqewime.

Di encama şerê 4 rojan de heya niha li Îsraîlê 24 kes û li Îranê jî 224 kes hatine kuştin.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê axaftina Erdogan û Pizîşkiyan daxuyaniyek belav kir.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Serokomarê Îran Mesûd Pizîşkiyan bi telefonê axivîn û Erdogan daye diyarkirin ku ew dixwazin şer û alozî bi dawî bibin.

Her wiha Erdogan ji Pizîşkiyan re gotiye ku ew dixwazin Îran dest bi danûstandinên atomî bike.

Di heman demê de Erdogan ji Serokomarê Îranê re daye diyarkirin ku Tirkiye amade ye navbeynkariyê di navbera Îsraîl û Îranê de bike.

Sema Reşid

16/06/2025