MIHACÊRANÎ: DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ DE 45 JIN Û ZAROK HATIN KUŞTIN

Hêriş Celal 16/06/2025

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Mihacêranî diyar kir, di encama êrîşên çend roj berê yên Îsraîlê de li Îranê 45 jin û zarok hatine kuştin.

Mihacêranî ji bo televizyona fermî ya welatê xwe axivî û banga aramiyê li xelkê Îranê kir.

Her wiha bal kişande ser derketina welatiyan ji Tehranê û got, “Em rêzê li biryara welatiyên xwe digirin, lê divê her kes bizane ku dujmin (Îsraîl) şerekî derûnî dimeşîne û nabe ti kes bikeve bin bandora nûçe û agehiyên nerast.”

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Mihacêranî destnîşan kir ku di encama êrîşa Îsraîlê de heta niha 45 jin û zarokan jiyana xwe ji dest daye û 75 jin û zarok jî birîndar bûne.

Der barê pirsa bidestxistina derman û amûrên bijîşkî Mihacêranî ragihand, ji roja destpêkirina êrîşan û vir ve, wezareta tendirustiyê navenda qeyranê ava kiriye û heta niha pirsgirêka kêmiya derman derneketiye.

Hêriş Celal

16/06/2025