HEJMAREK GIRTIYÊN DAIŞÊ JI BO BAKURÊ REQAYÊ HATIN VEGUHESTIN

Kanal8 16/06/2025

Bi çavdêriya HSD û Hêzên Hevpeymaniyê, hejmarek girtiyên DAIŞ’ê ji bo girtîgeheke bakurê Reqayê hatin veguhestin.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, hejmarek otomobîlên zirxî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniyê derbasî girtîgeha Navendî ya Reqayê bûn û hejmarek girtiyên DAIŞ’ê ji bo girtîgeha Eqtanê ya bakûrê bajarê Reqayê veguhestine. 

Li gorî riwangehê, di dema veguhastina wan girtiyên DAIŞ’ê de, hejmarek helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê li esmanê geryane û veguhastina girtiyan parastine. 

Tevî ku hêzên HSD’ê bi tundî çavdêriya wan girtîgehên ku girtiyên DAIŞ’ê tê de ne dike, lê di sala 2024’an de sê endamên DAIŞ’ê ji girtîgeha navendî ya Reqayê reviyabûn.

Kanal8

16/06/2025