ÇEKDARÊN DAIŞ’Ê LI NAVÇEYÊN HSD’Ê 7 ÊRIŞ PÊK ANÎNE

Kanal8 17/06/2025

Çekdarên DAIŞ’ê di nîvê yekem ê Hezîranê de hejmarek êriş li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û bûye sedema jiyan ji dest dana endamên HSD’ê.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir, DAIŞ’ê di nîvê yekem ê meha Hezîranê de 7 êrîş li navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk anîne û di encamê de 3 endamên HSD’ê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî iwangehê DAIŞ rêbazên cuda yên weke teqîn, kemîn û kuştinan dike û endamên ewlehiyê li gel sivîlan armanc digire.

Herî dawî Navenda Sûfan a lêkolînan desnîşan kir, DAIŞ’ê di qonaxa veguhêz a Sûriyê de hewl dide valahiya ewlehî bikar bîne û xwe ji nû ve tevger bike.

Kanal8

17/06/2025