21 WELATAN DERBARÊ ŞERÊ ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ DAXUYANÎ DAN

Nûrhat Hesen 17/06/2025

21 welatên Erebî û Îslamî derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin, divê çekên atomî li Rojhilata Navîn nemînin.

Wan welatan ku Tirkiyê, Îmarat, Misir û Iraq di nav de, êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kirin û divê rêz ji serweriya welatan re were girtin û pirsgirêk bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Wan welatan fikarin xwe derbarê şerê Îranê Îsraîlê de anîn ziman û bang kirin werin rawestandin ku bandoreke xwe ya nerênî li ser aramî û cîgiriya herêmê heye.

Welatan xwest ku welatên Rojhilata Navîn tevlî Hevpeymana nebelavbûna çekên atomî werin kirin û çekên atomî li herêmê nemînin.

Wan 21 welatan xwest ku avahiyên atomî yên di bin misogeriya Ajansa Enerjiya Navdewletî de ne neyên armancgirtin û her wiha dan zanîn ku divê çûnhatina di tengavên deryayî re neyê aastengkirin.

Nûrhat Hesen

17/06/2025