OCALAN: DIVÊ HEVDÎTINÊN DÎMEŞQ Û KURDAN BI LEZ PÊK WERIN

Kanal8 17/06/2025

Abdullah Ocalan diyar kir ku Rêveberiya Dîmeşqê nûnertiya olî dike û Reqe jî navenda demokratîkbûnê ye û got, “Dibe di pêşerojê de li Sûriyê du hikûmet werin avakirin.”

Biraziyê Ocalan û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan, di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê rê re bal kişande ser hevdîtina 7’ê Hezîranê bi Abdullah Ocalan re û da zanîn, Ocalan der barê pirsên Tirkiye, Bakurê Kurdistan, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axiviye.

Omer Ocalan diyar kir ku Ocalan di hevdîtinê de gotiye, li gorî nêrîna wî, hevdîtinên navbera Dîmeşq û Kurdan bi giranî tên meşandin û divê ew yek bi awayekî lezgîn bigihijin encamê.

Ocalan destnîşan kiriye ku divê di çarçoveya mafên bingehîn ên demokratîk de Sûriyeyeke xurt were avakirin û gotiye, “Dîmeşq nûnertiya olî dike û navenda demokratîkbûnê jî Reqa ye û divê hevdîtinên navbera herdu aliyan bi giranî neyên meşandin, ji ber ku ew yek di ne di berjewendiyan ti aliyan de ye.”

Omer Ocalan got, Abdullah Ocalan ragihandiye ku dibe di paşerojê de li Sûriyê du hikûmet werin avakirin û divê Kurd jî li hember gef û rewşên neyînî şiyar bin.

Ocalan di hevdîtinê de bang li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM’ê) jî kiriye ku rêxistina xwe xurt bikin û rêjeya dengên xwe bigihînin %20 û ger ve rewş pêk were, wê desthilat bikeve destê Partiya DEM’ê.

Kanal8

17/06/2025