KATZ: ÇARENIVÎSA XAMINEYÎ DÊ WEK A SEDAM BIBE

Kovan Hemîd 17/06/2025

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê bi awayekî rasterast hişyarî da Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û ragihand, eger Tehran di armancgirtina sivîlên Îsraîlê de berdewam be, dê çarenivîsa wî weke ya Sedam Hisên be.

Piştî pêkanîna civînekê bi berpirsên leşkerî yên artêşa Îsraîlê re, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Esraîl Katz di daxuyaniyekê de derbarê berdewamiya pêkanîna sûcên şer û avêtina mûşekan li dijî sivîlên Îsraîlê hişyarî da Elî Xamineyî.

Katz diyar kir, divê Xamineyî çarenivîsa Sedam Hisên bîne bîra xwe ku wî jî heman rê li hember Îsraîlê bikar anîbû û ew yek bû sedema hilweşîna rejîma wî di sala 2003’an de. 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê car din ji şêniyên bajarê Tehranê xwest ji navçeyên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine destnîşankirin, dûr bikevin.

Kovan Hemîd

17/06/2025