BAKIRHAN: TIRKIYE BI KOMARA DEMOKRATÎK DIKARE XWE BIPARÊZE

Hêriş Celal 17/06/2025

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, ewlehiya Rojhilata Navîn ne bi Qubeya Hesinî û ne jî bi mûşekên sîbersonîk dibe, lê ewlekarî bi aştî, aramî û demokrasiyê pêkan e û got, “Tirkiye jî bi çareseriya pirsgirêka Kurd dikare xwe ji aloziyan biparêze.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û behsa şerê navbera Îran û Îsraîlê û bandoriya wê li ser Tirkiyê kir.

Bakirhan diyar kir, çareseriya pirsgirêkan ne di şer û redkirina rastiyan de ye û got, “Çareserî bi rejîmeke demokratîk dibe ku gelan hemûyan wekhev bibîne, nasnameya ol û baweriyan nas bike. Rêya sêyemîn a Îranê ev e û êrîşên Îsraîlê jî çareserî nîne û divê Îsraîl ji nearamkirina Rojhilata Navîn dû bikeve.

Hevserokê DEM’ê da zanîn, wlekariya Îsraîlê bi êrîşa li ser welatên cuda nabe. Ewlehî ne bi Qubeya Hesin ne jî bi mûşekê sîbersonîk dibe. Ewlekarî bi aştî, aramî û demokrasiyê dibe.

Bakirhan der barê bandora şerê herdu welatan li ser Tirkiyê jî destnîşan kir ku ê û rêbaz eşkere ye; Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare ji vê bahozê rizgar bibe. Tirkiye bi avakirina komareke demokratîk dikare ji aloziyan dûr bikeve.

Hêriş Celal

17/06/2025