DEMÎRTAŞ: ŞERÊ ROJHILATA NAVÎN ZÛ VENAMIRE

Hêriş Celal 17/06/2025

Selahedîn Demîrtaş ragihand, metirsî heye şerê navbera Îran û Îsraîlê vegere şerekî herêmî û got, “Divê li Tirkiyê helwesteke prensîpî li dijî destwerdanên derveyî were girtin û rêya xweparastina Tirkiyê û çareseriya rasteqîne jî ev e ku Tirkiye aştî û dadmendiya navxweyî bi dest bixe.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye peyamek derbarê şerê navbera Îran û Îsraîlê û hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê weşand û çar xal weke pêşniyar ragihandin.

Demîrtaş eşkere kir ku hikûmeta Îranê bi salan in ji demokrasî û mafê mirovan dûr maye û neheqiyeke mezin li welatiyên xwe kiriye, lê ti hincet nikare destwerdana derve rewa bike û rêya çareseriya pirsgirêkan jî maseya danûstandinan e û got, “Divê li Tirkiyê jî helwesteke prensîpî li dijî destwerdanên derveyî were girtin û rêya xweparastina Tirkiyê û çareseriya rasteqîne jî ev e ku Tirkiye aştî û dadmendiya navxweyî bi dest bixe.”

Selahedîn Demîrtaş derbarê pêvajoya çareseriyê 4 xal diyar kirin û destnîşan kir ku divê rê nedin rewşên xitimandî û hewldanên têkdana pêvajoya çareseriyê ku li ser banga 27’ê Sibatê ya Ocalan dest pê kir û pêwîste hemû ali li ser asteke bilind hewldanên xwe xurt bikin.

Her wiha got, divê bikaranîna darazê ji bo armancên siyasî ku li dijî refên navxweyî ye dawî bibe.

Demîrtaş diyar kir, divê di rewşeke bi vî awayî de kes hesabên biçûk neke, divê civaka Tirkiyê li hember gef û êrîşan ji Edirne heta Colemêrgê artêşeke 86 milyonî ava bike.

Selahedîn Demîrtaş pêşniyar kir ku li ser vexwandina Serokomar Erdogan hemû serokên partiyên siyasî, ji bo diyarkirina hêla siyaseta hevpar a navxwe û derve li parlamentoyê kom bibin, ji ber ku diyar e, agirê Rojhilata Navîn di demek kurd de venamire.

Hêriş Celal

17/06/2025