MAZLÛM ABDÎ: GEFA DAIŞ’Ê ZÊDETIR BÛYE

Nûrhat Hesen 18/06/2025

Çekdarên DAIŞ’ê li rojhilatê Sûriyê êrişî Hêzên HSD’ê kirin û windahiyên canî çêbûn, hevdem Amerîka du baregehên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala kirin.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir, li bajarokê Mihêmîd yê Dêra Zorê çekdarên DAIŞ’ê êrîşî endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirine û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistinê DAIŞ’ê îsal 112 êriş li navçeyên HSD’ê pêk anîne û di encamê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di heman demê de Reutersê diyar kir, Amerîka baregehên Wezîr û Til Beyder vala kirine, çavkaniyên KANAL8’ê jî dan zanîn Amerîka ji mehan ve baregeha Til Beyderê vala kiriye.

Her wiha, Reutersê got, Hêzên Sûriya Demokratîk ji ber vê gavê bifikar e û dibîne ew rê li ber vegera DAIŞ’ê vedike. 

Fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî destnîşan kir, bi hebûna çend sed leşkerên Amerîkî li baregehekê ew nikare rê li ber vegera DAIŞ’ê bigirin ku gefa DAIŞ’ê zêdetir bûye û her wiha diyar kir, agahiya wan ji zû ve ji gava Amerîkayê heye û ew bi wan re kar dikin da ku valahiyê nehêlin û şerê DAIŞ’ê dewam bikin.

Nûrhat Hesen

18/06/2025