MÎTHAT SANCAR ENDAMÊ NÛ YÊ ŞANDEYA ÎMRALIYÊ YE
Sema Reşid 18/06/2025

Hevserokê berê yê HDP'ê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar bû endamê nû yê şandeya Îmraliyê.
Li gorî agahiyên Navrenda Ragihandinê ya DEM Partiyê, biryar hatiye dayîn ku Mîthat Sancar li dewsa Sirri Sureyya Onder, di şandeyê de cih bigire.
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî nexweşketina xwe 18 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, lê di 3'ê Gulanê de koça dawî kir.
Tê payîn ku şande di demeke nêz de serdana Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan bike.
Herî dawî şandeya ku ji Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parêzer Ozgur Erol Pêk dihat di 18'ê Gulanê de li Îmraliyê serdana Ocalan kiribû.
Sema Reşid
18/06/2025