BONNAFONT: PÊKANÎNA SOZAN DERFETEK E
Nûrhat Hesen 18/06/2025

Şandiyê Fransayê yê ji bo Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont da zanîn ku ew hêvî dikin Dîmeşq sozên xwe yên ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re bi cih bîne.
Bonnafont di rûniştineke Neteweyên Yekbûyî de got, pêkanîna sozên derbarê Kurdan hatine ragihandin ji bo parastina yekbûna Sûriyê û amariya wê derfetek e.
Li gorî Jerome Bonnafont di heman dema rewşa aloz a Rojhilat Navîn de divê ked were dayîn da ku qonaxa veguhêz a Sûriyê were parastin.
Şandiyê Fransa ji bo Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont ji Dîmeşqê xwest, wekheviya di navbera pêkhateyan de misoger bike û ji tolhildan û cudahiya nijadî dûr bikeve.
Nûrhat Hesen
18/06/2025