ÎRAN: EM DÊ ÊRIŞÎ HEMÛ NAVENDÊN ÎSRAÎLÊ BIKIN

Kanal8 19/06/2025

Serfermandarê Artêşa Îranê ragihand, ew dê êrişî hemû navendên Îsraîlê bikin û ti astengî li pêşiya wan tine ye.

Serfermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsewî piştî ku serdana navendeke mûşekî ya Supaya Pasdaran kir, da zanîn, ew ê êrîşên xwe li dijî Îsraîlê bidomînin û hemû navendên rejîma siyonîstî ji nav bibin.

Mûsewî pesna potansiyela hêza asmanî ya Supaya Pasdaran da û got, "Ti astengî ji bo armancgirtina navendên leşkerî yên Îsraîlê li pêşiya wan tine ye."

Li aliyekî din Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî gef li Îsraîlê xwar û da zanîn, Îsraîl wê poşman bibe û berdêleke giran bide.

Heft roj in şerê navbera Îran û Îsraîlê didome û her roj navendên leşkerî û atomî tên bombebarankirin.

Kanal8

19/06/2025