ÎRANÊ NEXWEŞXANEYEKE  ÎSRAÎLÊ ARMANC GIRT

Kanal8 19/06/2025

Îro careke din Îsraîl kete ber pêla êrIşên Îranê û nexweşxaneyeke mezin li başûrê Îsraîlê hate armancgirtin. 

Medyaya Îsraîlê ragihand, Îranê bi mûşekan êrişî Tel Evîv, Ramat Xan, Holum û Berşevayê kir û hejmarek navend hatine jinavbirin û nêzî 50 kes birîndar bûne.

Radyoya Artêşa Îsraîlê da zanîn, nexweşxaneya Sorokayê ya başûrê Îsraîlê hatiye bombebarankirin ku xizmet pêşkêşî milyonek kesan dikir.

Her wiha diyar kir ku ji ber belavbûna madeyên metirsîdar, biryara valakirina nexweşxaneya Sorokayê hatiye dayîn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îsraîlê Uriel Buso ragihand ku Îranê bi armancgirtina nexweşxaneya Sorokayê ya li Berşevayê ya li başûrê welêt, xeta sor binpê kir.

Kanal 12 ya Îsraîlê jî destnîşan kir ku mûşekek li avahiyeke sivîlan li navenda Tel Evîvê ketiye û gelek welatî di nava avahiyê de asê mane.

Kanal8

19/06/2025