PÛTÎN: EM PIŞTGÎRIYA BERNAMEYA ATOMÎ YA ÎRANÊ DIKIN

Kanal8 19/06/2025

Serokê Rûsyê Vladimir Pûtîn derbarê egera kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve ragihand, ew navxwaze der barê wê mijarê tiştekî bêje û da zanîn, xelkê Îranê piştgîriya serkirdeyên welatê xwe dikin.

Serokê Rûsyê li bajarê San Strasbêrgê ji bo rojnamevanan axivî û da zanîn, Îranê daxwaza desteka leşkerî ji Rûsyê nekiriye û got, divê hemû welat hewla aramkirina rewşê bidin û divê Îran ji mafê bidestxistina enerjiya Atomî ji bo armancên aştiyane neyê dûrxistin.

Pûtîn destnîşan kir ku ew der barê bernameya Atomî ya Îranê bi Netanyahu û Trump re axiviye û daye zanîn ku Rûsye piştgîriyê li bernameya atomî ya Îranê dike.

Kanal8

19/06/2025