BEQAYÎ: AJANSA ENERJIYA ATOMÎ TEVLÎ ŞERÊ LI DIJÎ ME BÛYE

Wezareta Derve ya Îranê bi tundî Rêveberiya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî rexne kir û da zanîn, ew navend rastiyan vedişêre û bi hincetan êrişên li ser Îranê rewa dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser tevna civakî ya X’ê daxuyaniyek weşand û got, rêveberiya ajansê rastiyan vedişêre û bi hincetan êrîşa leşkerî ya li ser Îranê rewa dike.
Beqayî diyar kir ku bi sedema rapora nerast a Ajansa Enerjiya Atomî gelek welatiyên sivîl û bêsuc ên Îranê di şer de hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê destnîşan kir, Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî bûye hevparê êrişan.
Rêveberê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî di hevdîtineke televizyonî de ragihandibû, ti nîşaneyek tuneye ku nîşan bide, Îran programa atomî ji bo armancên leşkerî bikar tîne.
19/06/2025