DOGAN: DI PÊVAJOYÊ DE TI XITIMANDINEK NÎNE

Kanal8 19/06/2025

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku di pêvajoyê de ti xitimandinek nîne û got, "Pêdiviya me bi daxuyaniyên erênî heye lê êdî gotin tenê têrê nakin. Dive hin tişt bên kirin. Pêdiviya civakê bi pratîkê heye."

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de daxuyanî da.

Ayşegul Doganê bal kişand ser hevdîtinên piştî banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û biryarên PKK’ê û got, “Di pêvajoyê de ti xitimandinek nîne. Rewşa ku em tê de nîşan dide ku pêvajo li gorî ritma xwe pêş dikeve û di rewşa heyî de ti qeyran tine ye."

Ayşegul Doganê da diyarkirin ku divê Serokê Parlamentoya Tirkiyê înîsiyatîfê li xwe bigire û wiha pê de çû: Divê Serokê Parlamentoyê bi vê înîsiyatîfê, bi hevserokên giştî, serokên giştî û bi rayedarên partiyan re bicive û derbarê rêbaz û esasên komîsyonê gotûbêjan bikin. Piştre jî bi raya giştî re parve bikin. Erê rast e pêdiviya me bi daxuyaniyên erênî heye lê êdî gotin tenê têr nakin. Dive hin tişt bên kirin. Pêdiviya civakê bi pratîkê heye. 

Di berdewamiya axaftina xwe de Doganê wiha got, "Pêdiviya civakê bi berfirehkirina qada demokrasiyê û demokratîkbûnê heye. Divê birêz Kurtulmuş demildest tiştên pêwîst bike, rayedaran kom bike û bi partiyên siyasî re vê mijarê nîqaş bike. Hemû pêşniyarên me yên ji bo usûla xebitandina komîsyonê û esasên wê jî amade ne. Pêşnûmeya me ya di vê mijarê de amade ye.”

Kanal8

19/06/2025