ERIŞEKE DAIŞ'Ê HAT TÊKBIRIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa çekdarên DAIŞ'ê ya ser benda kontrolê ya li bajarokê Şihêlê ya Dêra Zorê têk bir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişên DAIŞ'ê daxuyaniyek belav kir û da diyarkirin ku êrişeke çekdarên DAIŞ'ê ya ser benda kontrolê li bajarokê Şihêlê hatiye têk birin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çekdarên DAIŞ'ê doh di demjimêr 22:30'an de bi motorsêkletê û çekên sivik êrişî benda kontrolê ya çerxerêya Etalê ya bajarokê Şihêlê kirine.
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku hêzên wan bersiv daye êrişê û bêyî ti zererên canî çêbibin, çekdar reviyane.
Di daxuyaniyê bal li ser zêdebûna êrişên DAIŞ'ê hat kişandin ku di serî de li Şihêl, Dîban û Bisêrayê şaneyên DAIŞ’ê di demên dawî de li piraniya bajarok û gundewarên rojhilatê Dêra Zorê êrişên xwe zêde kirin.
21/06/2025