ÎSRAÎL: ME BERNAMEYA ATOMÎ YA ÎRANÊ BI PAŞ DE XIST
Kanal8 21/06/2025

Wezîrê Derve yê Îsraîlê ragihand, ji ber êrişên esmanî yên welatê wan li dijî Îranê, du heta sê salan, egera bidestxistina bomba atomî ji aliyê Tehranê ve hatiye bipaşxistin.
Di hevdîtinekê de bi rojnameya Bêld a Almanyayê re Wezîrê Derveyê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir, êrîşên welatê wan li Îranê encamên pir girîng bi xwe re anîn.
Gideon Saar got, ji ber êrîşên esmanî yên Îsraîlê, wan kariye du heta sê salan, bernameya atomî ya Îranê bi paş de bixin.
Ji roja 13’ê vê mehê ve êrîşên berfireh ên Îsraîlê li dijî navendên atomî, baregehên leşkerî û gelek cihên din li Îranê dest pê kirin û şerê di navebera herdu welatan 9 roj li pey xwe hiştin.
Kanal8
21/06/2025