ERDOGAN: EM NAHÊLIN ÎSRAÎL BI XWÎNÊ SÎNORAN BIGUHERÎNE

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de got, “Em nahêlin ku Îsraîl sînoran bi xwînê biguherîne.”
Serokomarê Tirkiyê îro di civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand şerê di navbera Îsraîl û Îranê de û da zanîn welatên rojavayî piştgiriya Îsraîlê dikin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan êrişên Îsraîlê yên ser Îranê şermezae kir û got, “Netanyahu kopyeyekî Hîtler e.”
Her wiha Erdogan bal kişand li ser wê yekê ku Îsraîlê bi êrişên xwe yên ser Îranê ve pêvajoya danûstandina bernameya atomî ya di navbera Îran û Amerîkayê têk daye.
Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan diyar kir ku Îsraîl komkujiyan pêk tîne û ya ku dike jî bêqailî ye.
Civînên rêxistinê wê du rojan berdewam bikin û mijara sereke ya civînê jî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ye.
21/06/2025