LI ÎSFEHANÊ DU NAVENDÊN LÊKOLÎNÊN ATOMÎ HATIN BOMBEBARANKIRIN 

Kanal8 21/06/2025

Ajansa Tesnîmê ragihand ku Artêşa Îsraîlê lî Îsfehanê êrişî du Navendên Lêkolînê yê Atomî kiriye û di encama êrişê de ti madeyên xeter ji navendê belav nebûye.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê ragihand, di encama bombebarana balafirên Artêşa Îsraîlê de li parêzgeha Loristanê ku dikeve rojhilatê Îranê 5 endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin.

Ajansê ragihand, îro serê sibê di encama bombebaranên balafirên artêşa Îsraîlê li ser bajarê Xoramabadê de ku dive sînorê parêzgeaha Loristanê 5 endamên supaya pasdaran hatine kuştin.

Li aliyekî din Cîgirê parêzgarê Îsfehanê  Ekber Salehî, beyî ku hurgiliyekê derbarê bombebaran de  belav bike, jî ajansa Fars re ragihand, balafirên Îsraîlê şeva bihurî, navenda lêkolînên atomî ya Îsfehanê armanc girtine.

Kanal8

21/06/2025