AMERÎKAYÊ SÊ NAVENDÊN NUKLEERÎ YÊN ÎRANÊ BOMBEBARAN KIRIN

Kanal8 22/06/2025

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişî navendên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kirine.

Trump diyar kir ku balafirên Amerîkayê asmanên Îranê terikandine û êrişên wan bi awayekî serkeftî hatine pêkanîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişê got, “Bombebaraneke giran li navenda serekî Fordoyê hat kirin. Hemû balafir bi selametî di rêya vegera mal de ye. Di cîhanê de ti leşkerên din nînin ku vê karê bikin. Niha dema aştiyê ye”

Li gorî agahiyên ku malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ji rayedarekî Îsraîlî wergirtiye, di êrişê de balafirên bombebaranên dijwar yên B-2 hatine bikaranîn.

Kanal8

22/06/2025