ŞANDEYA MEXMÛRÊ PIŞTÎ 37 ROJAN HAT BERDAN

Sema Reşid 22/06/2025

Şandeya Mexmûrê ya ku 37 roj bûn ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû binçavkirin, îro hat berdan.

Şandeya Mexmûrê ya ku ji Hevserokê Encûmena Gel a kampê Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve Bêwar Emîn pêk dihat ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên kampê di 14’ê Gulanê de serdana Bexdayê kiribû.

Şandeyê piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Dadê re pêk anî di rêya vegerê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû binçavkirin.

Iraqê ji 10’ê Nîsanê ve kamp dorpêç kiriye û rê nade kel û pel bikevin nav kampê, karker biçin ser karên xwe.

Di heman demê de Hevseroka Encûmena Gel Fîlîz Budak ji KANAL8'ê re ragihandibû ku Hikûmeta Iraqê nasnameyên şêniyên kampê jî nû nake.

Sema Reşid

22/06/2025