ERAQÇÎ: DERIYÊ DÎPLOMASIYÊ VEKIRÎ NÎNE

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî derbarê êrişa Amerîkayê got, "Êrişî welatê me kirin û bersivdayîna erişan mafê me yê rewa ye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh şev ragihand ku wan êrişî navendên nukleerî yên Ford, Netenz û Îsfehanê kirine.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di Civîna 51’emîn Konseya Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê li ser êrişa Amerîkayê axivî.
Eraqçî di axaftina xwe de da diyarkirin ku ew bi tundî êrişa Amerîkayê ya ser welatê wan şermezar dikin û bi vê êrişê ve Amerîka û Îsraîlê hemû xetên sor bin pê kirine û Amerîkayê bêbextî li Îranê kiriye.
Her wiha Eraqçî bal kişand li ser wê bêdengiya li hember êrişan û da diyarkirin ku ev tevahiya cîhanê dixe metirsiyê de.
Wezîrê Derve yê Îranê da zanîn ku dema ew di pêvajoya danûstandinan de bûne Amerîkayê êrişî wan kiriye û bersivdayîna êrişan mafê wan ê rewa ye.
Eraqçî da zanîn ku êrişên Amerîkayê li dijî yasayên navdewletî ne.
Di berdewamiyê de Eraqçî da zanîn ku divê deriyê dîplomasiyê vekirî be lê di vê rewşa niha de ev yek negengaz e.
Her wiha Eraqçî da zanîn ku wê îro here Rûsyê û bi Vladimir Pûtîn re hevdîtinê bike.
22/06/2025