LI HESEKÊ MÛŞEKEK JI ALIYÊ AMERÎKAYÊ VE HAT XISTIN

Kanal8 23/06/2025

Li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Hevpeymaniyê ya bi serokatiya Amerîkayê, mûşekek beriya bigihe armanca xwe, xist xwarê.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, derengiya şeva bihurî mûşekek li ser baregeha leşkerî ya Qesrikê ya bakurê rojavayê parêzgeha Hesekê hatibû dîtin.

Li gorî riwangehê, ew mûşek ji aliyê pergala parastina hêzên Amerîkayê ve hatiye xistin.

Riwangehê diyar kir, piştî xistina wê mûşekê, balafirên leşkerî yên Amerîkayê li esmanê navçeyê geriyan û operasyon hate destpêkirin. 

Di rojên bihurî de ji bo bersivdayîna her êrişeke Îranê, tevgerên hêzên Amerîkayê li derdora Hesekê û navçeyên din zêde bûne.

Kanal8

23/06/2025