RÊVEBERIYA XWESER Û HSD’Ê TEQÎNA LI DÎMEŞQÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û HSD’ê teqîna li Dêra Mar Elyasê ya Dîmeşqa paytexta Sûriyê şermezar kirin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de diyar kir, ew bi tundî teqîna li Dêra Mar Elyasê ya bajarê Dîmeşqê ku bi dehan kes di encamê de bûne qurbanî şermezar dikin.
Rêveberiya Xweser da zanîn, armancgirtina cihên olî, ji hovanetirîn karên terorê ye û car din wê îdeolojiya tarî ku aştiya navbera civaka sûrî dike armanc, eşkere dike.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di daxuyaniyekê de teqîna li dêra Mar Elyasê ya Dîmeşqê şermezar kir û sersaxî li malbatên qurbaniyan re şand.
HSD’ê diyar, ew êrîş li dijî hemû pêkhateyên Sûrî yên ku ji azadî û aştiyê re hez dikin, hatiye pêkanîn.
HSD’ê tekez kir ku xebatên wan li dijî terorê dewam dikin û ew amede ne li her navçeyeke Sûriyê li dijî terorê têbikoşin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihandibû ku êriş ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ve hatiye kirin.
Di teqîna duh a dêra Mar Elyasç ya bajarê Dîmeşqê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 59 kesên din jî birîndar bûn.
23/06/2025