244 KOÇBERÊN KAMPA ERIŞÊ VEGERIYAN DÊRA ZORÊ
Kanal8 23/06/2025

Vegera koçberên navxwe yên Sûriyê berdewam e û 21 malbatên din ên koçber ku hejmara wan 244 kesan pêk dihat ji kampa Erişê ya başûrê Hesekê vegeriyan navçeya xwe li parêzgeha Dêra Zorê û derdora wê.
Hevseroka Kampa Erişe Selwa Cico ragihand, di çarçoveya programa vegera dilxwaz a koçberên navxweyî de, 21 malbatên Sûrî ku hejmara wan 244 kesan pêk dihat ji kampa Erişê ya parêzgeha Hesekê vegeriyan Dêra Zorê û derdora wê.
Hevseroka kampa Erişê got, ev 10’emîn qonaxa vegera koçberên kampê ye û pêvajoya vegera wan bi hevahengiya komisyara karûbarên koçberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî û Desteya tê rêvebirin.
Herî dawî di 4’ê vê mehê de 62 malbat ku hejmara wan 311 kes bûn ji kampa Erişê vegeriyabûn parêzgeha Dêra Zorê.
Kanal8
23/06/2025