HPG’Ê NASNAMEYÊN 4 ENDAMÊN XWE EŞKERE KIRIN

Kanal8 23/06/2025

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 4 endamên xwe yên di Sibata 2018’an de jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.

HPG’ê da diyarkirin ku her çar endamên wê di Sibata sala 2018’an de li qadên cuda yên Başûrê Kurdistanê di êrişên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Mahsûn Qasimî bi nasnav Baran Çiya ji Xoyê, Bariş Ozden bi nasnav Ferzat Sema ji Agiriyê, Abdulhakîm Goken bi nasnav Murat Erdal Şirnexê, Şlyas Hakemî bi nasnav Rojhilat Rojhilatê xelkê Makûyê ye.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Kanal8

23/06/2025