ÇAVKANIYEK: LI ROJAVA HEVPEYMAN DI AMADEBAŞIYÊ DE NE

Çavkaniyekî ewlehiyê ji Rojavayê Kurdistanê ji KANAL 8’ê re ragihand, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojava û Sûriyê ketine rewşa amadebaşiyê.
Li gorî çavkaniyê, niha baregehên Hevpeymanan yên Şedadî, Qesrek û Xerab Cîrê yên herêma Cizîrê di bin metirsiya êrîşên Îranê de ne û diyar kir, duh hevpeymanan mûşekek li ser baregeha Qesrikê anî xistin xwarê.
Çavkaniyê got, Hevpeymanan civînên xwe hemû betal kirine û destûr dane karmendên sivîl ku ji baregehan derkevin û pergala parastinê û dronên lênêrînê berdewam amade ne.
Çavkaniyê ji KANAL 8’ê re destnîşan kir, agahî hebûn ku dê li dijî baregeha Şedadiyê êrîş pêk were, lê êrîş pêk nehat û her wiha leşkerên hevpeymanan berdewam bombeyên ronahiyê davêjin derdora baregehên xwe.
Duh serê sibê Amerîkayê êrîşî sê navnedên atomî yên Îranê kirin û Îran gefên bersivdayînê dixwe.
23/06/2025