AGIRBESTA DI NAVBERA ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ DE DEST PÊ KIR

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê şerê Îsraîl û Îranê peyamek belav kir û got, ”Agirbestê dest pê kiriye, ji kerema xwe re bin pê mekin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trumpli ser platforma Truth Socialê peyamek belav kir ku Îran dê dest bi agirbestê bike û Îsraîlê piştî12 demjimêran dest bi pêkanîna agirbestê bike.
Her wiha Trump diyar kir, ger her du alî pabendî lihevkirinê bimînin dê piştî 24 demjimêran bi awayekî fermî wê rawestandina şer were ragihandin.
Agirbesta ku li gorî nexşerêya Trump ji pênc xalan pêk tê, xala wê ya yekemîn dest pê kir.
Trump di daxuyaniya xwe de behsa hûrgiliyên agirbestê nekir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrişa Îranê ya li baregeha Eş Udeydê ya Amerîkayê ya li Qeterê peyamek belav kir û got, “Îsraîl û Îran hatin cem min û gotin aştî. Wê êrişên asmanî yên dualî ku 12 roj bûn berdewam dikirin bi dawî bibin.”
Şerê di navbera Îsraîl ê Îranê de di 13'ê Hezîranê de dest pê kiribû.
24/06/2025