DAIŞ’Ê LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ DU WELATÎ KUŞTIN
Kanal8 24/06/2025

SOHR'ê ragihand, li rojhilatê Sûriyê ji ber êrişeke çekdarên DAIŞ’ê du welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir, çekdarên DAIŞ’ê li gundê Dirinc ê rojhilatê Dêra Zorê guleyan li du welatiyan reşandine û yekser herduyan jiyana xwe ji dest dane.
Bi gotina rêxistinê yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane, ji eşîreya Bohesen e.
Riwangehê diyar kir, îsal DAIŞ’ê 113 êrîş li navçeyên HSD’ê pêk anîne û 35 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Kanal8
24/06/2025