ENSAR SUNNE: EM DÊ ÊRÎŞAN DEWAM BIKIN

Rêxistinekê bi navê Seraya Ensar Sunne berpirsyariya teqîna li Dêra Mar Elyasê ya Dîmeşqê hilda ser xwe û navê kesê êrişkar jî eşkere kir.
Seraya Ensar Sunne got, kesê bi navê Mihemed Zên Abidîn Ebû Osman, xwe di Dêra Mar Elyasê ya li taxa Diwêla de teqandiye û bi dehan kes kuştine.
Wê rêxistinê agahiyên ku medyaya girêdayî desthilata nû ya Sûriyê belav kiribûn red kirin û got, "Gotinên desthilata Dîmeşqê bê bingeh in û desthilat heneka xwe bi welatiyên Dîmeşqê dike."
Dîmeşqê 22'yê mehê yekser piştî teqînê got, DAIŞ’ê teqîn pêk aniye û duh jî Wezareta Navxwe ya Sûriyê da zanîn, wan berpirsiyarên teqînê li Dîmeşqê girtine.
Rêxistina Seraya Ensar Sunne gefa êrîşên berfireh li dijî kesên ku weke rafiz û nûseyrî bi nav kir, xwar.
Seraya Ensar Sunne di meha Sibatê de ava bû û ji wê çaxê ve berpirsyariya gelek êrîşan hildaye ser xwe û yek ji wan jî êrîşa li bajarokê Erzê yê Hemayê bû ku di encamê de zêdeyî 10 kes hatin kuştin.
Li Dêra Mar Elyasê ya Dîmeşqê di 22'yê vê mehê teqînek pêk hat, 22 kes hatin kuştin, 59 kes jî birîndar bûn.
24/06/2025