BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ: MEÇIN SÛRIYÊ
Nûrhat Hesen 24/06/2025

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyê bang li welatiyên Amerîkî kir, ji ber rewşa ewlehiyê neçin Sûriyê.
Balyozxaneyê li ser malpera xwe ya fermî ya X’ê bang li welatiyên Amerîkî kir ku ji ber egera êrişên terorîstî neçin Sûriyê.
Balyozxaneyê destnîşan kir, heta niha qada asmanî ya Sûriyê girtî ye û Amerîkiyên ku dixwazin ji Sûriyê derkevin, dikarin bi bejahî derbasî Libnanê yan Urdunê bibin.
22'yê vê mehê Koma bi navê Seraya Ensar Sunne teqîneke xwekuj li dêra Mar Elyasê ya Dîmeşqê pêk anî û di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.
Nûrhat Hesen
24/06/2025