ŞANDINA PETROLÊ JI ROJAVA JI BO DÎMEŞQÊ BERDEWAM DIKE

Şandina petrol û gazê ji navçeyên Rêvebriya Xweser bo navçeyên jêr desthilata hikûmeta Dîmeşqê ji bo dema sê mehên din hat dirêjkirin.
Televziyona Sûriyê ya nêzî hikûmeta Dîmeşqê ragihand, Berpirsên HSD’ê û hikûmeta Dîmeşqê der barê dirêjkirina dema şandina petrol û gazê ji zeviyên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo navçeyên jêr desthilata hikûmeta Dîmeşqê lihevkirine.
Li gorî çavkaniyê, rêjeya şandina petrol û gazê ji zeviyên Dêrezor û Hesekê ji bo parzîngehên Hums û Baniyas tê zêdekirin.
Çavkaniyekê ji zeviya petrolê ya Rimêlanê ji televzyona Sûriyê re diyar kir, di heftiya yekem a vê mehê de şandina petrolê ji bo navçeyên jêr destê Dîmeşqê hatibû rawestandin, lê piştre bi rêya barhilgiran ve car din destpê kir.
Di sibata bihurî de Wezareta Petrola Sûriyê ragihandibû ku bi HSD’ê re gehiştine rêkeftineke destpêkî ku di nava sê mehan de petrol û gaz ji navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo navçeyên jêr destê hikûmeta Dîmeşqê bê şandin.
Di nava sê mehên bihurî de her rojê 15 hezar bermîlên petrolê û 500 bo milyonek metresêcayên gaza xwezayî dihatin şandin.
27/06/2025