KOŞKA SPÎ PÊŞBÎNÎ DIKE SÛRIYÊ TEVLÎ LIHEVKIRINÊN ÎBRAHÎMÎ BIBE

Koşka Spî destnîşan kir, ew pêşbîn dikin Sûriyê demeke nêz de tevlî lihevkirinê îbrahîmî bibe û rewşa xwe bi Îsraîlê de asayî bike.
Berdevka Koşka Spî Karolîn Lîvît (Karoline Leavitt) di kongreyeke rojnamevanî de diyar kir, dema yek ji xwestekên Donald Trump ji Serokê Qonaxa Veguhêz ya Sûriyê Ehmed Şer’i re bû ku tevlî lihevkirinên îbrahîmî bibe.
Li gorî Lîvît dê nûçeyên mezin derbarê welatên ku dê tevlî lihevkirinên îbrahîmî bibin hebin û Trump pêşbîne ku dê welatên nû tevlî vê lihevkirinê bibin.
Lihevkirinên îbrahîmî di serdema Turmp ya yekem de sala 2020an hatibûn destpêkirin û li gorî wê welatên wele Îmarat, Mexrib, Bahrên û Sûdanê rewşa xwe bi Îsraîlê re asayî kirin.
Pêştir Serokê Enûcmena Ewlehiya Netewî ya Îsraîlê Tzahî Hangbî diyar kiribû, pêwendiyên wan ên rasterast li gel Sûriyê hene.
27/06/2025