DAXWAZA EŞKEREKIRINA GORÊN ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ TÊ KIRIN

Neviyê Şêx Seîd Qasim Firat diyar kir ku Kurd hene, xwediyê vê axê ne. Çareseriyeke dadperwer pêwîst e. Ger hikûmet, aştiyeke dadperwer, birûmet û mayînde pêk bîne ew ê jî piştgiriyê bidin.
Serokê Komeleya Perwerde û Çandê ya Şêx Seîd û nêviyê Şêx Seîd Qasim Firat bi boneya salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29’ê Hezîrana 1925’an de û pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê axivî.
Qasim Firat got, “Gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernade. Dêrsim, Koçgirî, Mahabad… Li her derê serî hildane û têkoşiyane. Ev encama têkoşîna 1925’an e. Îro jî ev yek didome.”
Firat, tekez kir ku bi siyaseta polîtîkayên tunekirin û redkirinê encam neyê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd hene, xwediyê vê axê ne. Çareseriyeke dadperwer pêwîst e. Ger hikûmet, aştiyeke dadperwer, birûmet û mayînde pêk bîne em ê jî piştgiriyê bidin.”
Di berdewamiya gotinên xwe de Qasim Firat destnîşan kir ku divê Kurd di erdnîgariya xwe de bi îradeya xwe ve bijîn. Ger aştiyeke mayînde bixwazin, divê mafên Kurdan ên yasayî bên naskirin.”
Serokê Komeleya Perwerde û Çandê ya Şêx Seîd û nêviyê Şêx Seîd Qasim Firat bilêv kir ku Şêx Seîd tevî 46 hevalên xwe ji bo Kurdan bûne sembol û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin, cenazeyê me teslîm bikin. Hêj jî dibêjin ‘agahiya me nîne’. Ev şerm e. Ji bo aştiyeke mayînde, divê berê cenazeyê 47 kesên ku bûne sembola Kurd û Kurdistanê bên radestkirin. Bila Kurd karibin, li ser gorên wan Fatîhayê bixwînin. Ev gava herî girîng e. Ger ev gav bê avêtin dê baweriya me xurttir bibe.”
28/06/2025