TRUMP: EZ JI RÊKEFTINA DÎMEŞQ Û TEL EVÎVÊ AGAHDAR NÎNIM

Kanal8 30/06/2025

Serokê Amerîkayê ragihand, ew ji wê yekê agahdar nîne ku Sûriye dixwaze pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke xwe ya ji Kanala Fox News’ê re de ragihand, ew gahdar nîne ku desthilata Sûriyê bi serokatiya Ehmed Şer’i dixwaze pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî bike û got, wan ji aliyê xwe ve destpêşxerî kiriye û beşek ji cezayên li ser Sûriyê rakirine.

Trump got, eger desthilata Dîmeşqê hewla aştiyê bide, dê tevahiya cezayên li ser Sûriyê werin rakirin. 

Li aliyekî din, medyaya Îsraîlê ragihandibû, biryare Sûriye û Îsraîl beriya dawiya îsal rêkeftineke aştiyê îmze bikin û Tel Evivê merca wê yekê danîye ku bilindahiyên Golanê di destê wê de bimînin.

Kanal8

30/06/2025