TOM BARRACK: DIVÊ ROLA HSD'Ê DI HIKÛMETA NÛ YA SÛRIYÊ DE HEBE
Kanal8 30/06/2025

Balyozê Amerîkayê yê Enqerê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack ragihand, divê rola HSD’ê di nava hikûmeta nû ya Sûriyê de hebe
Di hevdîtinekê de bi Ajansa Anadoluyê re Balyozê Amerîkayê yê Enqerê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barrack diyar kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) mil bi milê hêzên Amerîkayê, li Sûriyê tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bûne, ji ber vê divê rola HSD’ê di qonaxa nû ya siyasî ya Sûriyê de hebe.
Barrack got, divê hêzên HSD’ê tevlî artêşa niştîmanî ya Sûriyê bibin û da zanîn, di vê qonaxê de pêwîste mixatab tenê Dîmeşq be.
Her wiha Barrack daxwaz jî kir ku rola pêkhateyên din jî weke Durzî û Elewî di proseya nû ya siyasî de li Sûriyê hebe.
Kanal8
30/06/2025