LI QAMIŞLOYÊ 20 BÎRÊN AVÊ TÊN KOLANDIN

Şaredariya Qamişloyê ragihand ku ji bo peydakirina pêdiviyên bajêr ên ava vexwarinê wan dest bi projeyeke stratejîk kiriye ku ji kolandina 20 bîran pêk tê û dema pêkanîna projeyê 270 roj in.
Projeya kolandina 20 bîran li nêzî stasyona avê ya Hilêliyê hat ragihandin û lêçûna vê projeyê nêzî 2 milyon û 850 hezar û 889 dolar in.
Endezyarê projeyê Ebdulkerîm Mihemed ragihand, armanca projeyê ev e ku ewlehiya avê ya herêmê were bipêşxistin û rêjeya ava stasyonên pompekirinê zêde bibe.
Ebdulkerîm Mihemed got, tê pêşbnîkirin hilberîna avê bi rêjeya 75 metrekup di her demjimêrekê de ji bo her bîrekê be. Ango ji bo 20 bîran wê di demjimêrekê de hezar û 500 metrekup av were derxistin û wê ev av bigihe stasyonên pompekirinê ku avê li taxên giştî belav dikin.
30/06/2025