FERMANDAREKÎ HSD'Ê: LIV Û TEVGERA DAIŞ’Ê LI ÇOLISTANA SÛRIYÊ ZÊDE BÛYE

Kanal8 30/06/2025

Fermandarekî HSD’ê ragihand, vê dawiyê liv û tevgera DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê zêde bûye û ew yek jî gefeke mezin li ser ewlehiya tevahiya welat çêdike.

Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mehmûd Hebîb Ji Ajansa North Pressê re ragihand, li gorî agahiyên ketine destê wan, vê dawiyê tevgerên çekdarên DAIŞ’ê li çolistanên Sûriyê bi taybet li derdora Dîmeşq, başûrê Reqayê û Tedmûr û heta digehe sînorên Iraqê.

Mehmûd Hebîb diyar kir, hevahengiyên baş di navbera HSD’ê û hêzên Hevpeyamanan bi serokatiya Amerîkayê de heye û tê çaverêkirin di demeke nêz de operasyoneke hevpar li dijî DAIŞ’ê bê pêkanîn.

Derbarê hevahengiyên navbera hêzên Hevpeymanan û hikûmeta Dîmeşqê, wî Fermandarê HSDê dazanîn, tu agehiyên wan li ser hebûna alîkariyên leşkerî yên sererast di navbera herdu aliyan de nîne. 

Kanal8

30/06/2025