ŞANDEYEKE NY'Ê SERDANA EFRÎNÊ KIR

Şandeyeke Netewên Yekbûyî serdana Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir û rewşa koçberên Efrînê yên vedigerin şopand.
Rêxistina Buhar a li bakurê Sûriyê kar dike, da zanîn, wan pêşwazî li şandeyeke Netewên Yekbûyî li Efrînê kir û rewşa koçberên ku vedigerin nirxand.
Li gorî Rêxistina Buharê, şande li gel hinek ji endamên civaka sivîl kom bû û guhariya zehmetî û astengiyên li pêş wan kiri.
Rêxistina diyar kir, welatiyan daxwaz kir ku vegereke bi ewleh û rûmet ji koçberan re were peydakirin û her wiha destnîşan kir, serdana şandiyê di çarçoveya pirsa hewldanên mirovî û misogerkirina aramiyê de bû.
Bi hezaran koçberên Efrînê ji dema hilweşîna desthilata Esed ve vegeriyane Efrînê, lê piraniya wan nikarin malên xwe ji malbatên ereb ên hawirde û çekdaran bistînin, her wiha heta niha rewşa ewlehiyê li Efrînê ne baş e.
01/07/2025